09.09.2011 - 11:47
Okunma (502)
Yorum (0)
Paylaş

Aktar: Dixwazin pirsa Kurd bi rêbaza salên 90î çareser bikin

"Ji ber ku çareseriya pirsa kurd bi rêbazên aşitî û bi dadê nayê çareserkirin, pirsgirêkên demokrasî, mafê mirovan û pêvajoya pevçûnan kûr dibe û bandorek nerênî li ser jiyanê dike."
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku carek din jî Tirkiyê bi pirsgirêkên giran yên huquqî û demokrasî dikeve sala nû ya edliyê û wiha axivî: "Ji ber ku çareseriya pirsa kurd bi rêbazên aşitî û bi dadê nayê çareserkirin, pirsgirêkên demokrasî, mafê mirovan û pêvajoya pevçûnan kûr dibe û bandorek nerênî li ser jiyanê dike."

Baroya Amedê, bi boneya sala nû ya edlî li avahiya baroyê civîna çapemeniyê pêk anî. Parêzerên girêdayî baro û personelên baroyê tevlî civînê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ve hate xwendin. Aktar, diyar kir ku ew wek her salê dîsa bi pirsgirêkan dikevin sala nû ya edliyê û wiha axivî: "Em dîsa bi pirsgirêkên giran ên demokrasî û hiqûqî dikevin sala nû ya edliyê. Rêgezên dewletên demokratîk û hemdem, dariza biserxwe û sîstema dadê rêgezên devjê nayên berdan in. Armanca hiqûqa yekemîn ew e ku mirov xwe bi ewlehî bibîne û amade bike. Aştiya civakî bi ewlehiya navxweyî pêk tê. Ji ber vê jî peywîr dikeve ser milê darezê." Aktar, anî ziman ku sala edlîyê ya pişta mayî çi pêşketiyên milê dareza biserxwe de çenêbû û mafê darezandina dadê maye di gotina de û wiha pêde çû: "Ji bo parastinê helwestên me gelek pirsgirêk jiyand, di milê mafê mirvan de dema girtinê bi keyfî dirêj bû û îlkeya masumiyet hate tûnekirin. Rojên dawî de êdî çi baweriya mirovan bi darezandinê ne ma ye, hest û ramanên civakê zerer dîtin."

'Dixwazin pirsa kurd wek salên 90î bi rêbazên leşkerî çareser bikin'

Aktar, destnîşan kir ku pirsgirêkên pêkanînên edliye, dozger û hakîman yên li dijî parêzeran ên şaş didome û wiha berdewamkir: "Mafê parastinê mafek giringe, unsurê avakirina darezeyê. Gelek parezêr ji ber ku karê xwe dikin, rastî êrîş û dozan tên. 6 parezêr girtîne." Aktar, daxuyand ku pevçûnan bandorek kur li ser jiyana wan a rojane kiriye û di sala nû ya edliyê de her roj agahiyên pevçûn û mirinan digirin. Aktar, bibîrxist ku hewldanên pirsgirêka bi tundî çareserkirin û xetimandina diyalog, muzakere dibe sedema derketina pevçûnan û wiha pêde çû: "Çareserkirina pirsa kurd ya bi rêbazên aşitî û dadê çiqas dereng dimîne. Pirsgirêkên qada demokrasî, mafên mirovan û pêvajoya pevçûnan dê jiyana me ya rojane têxe bin bandorek nerênî. Tê xwestin ku pirsa kurd wek salên 90î bi rêbazên leşkerî û polîsan çareser bikin."

Aktar, derbirî ku di serî de pirsga kurd, divê li meclîsê bê nîqaşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bibin, divê makeqanunek demokratîk û sivîl bê amadekarin. Divê di serî da zimanê kurdî, zimanên din jî bi rêbazên diyalog û demokrasiyê bên çareserkirin."

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı