14.09.2011 - 10:46
Okunma (756)
Yorum (0)
Paylaş

Li Diyarbekirê Konferansa Kurdistanî

Li Diyarbekirê di 17-18ê îlonê de bi destpêşxeriya partî û rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistana bakur yên kurd, suryanî, ermenî, mihelmî û hwd konferansek tê lidarxistin.
Li Diyarbekirê di 17-18ê îlonê de bi destpêşxeriya partî û rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistana bakur yên kurd, suryanî, ermenî, mihelmî û hwd konferansek tê lidarxistin ku sê madeyyên konfernasê ê di du rojan de bên minaqeşekirin:

1-Yekîtiya Nav Kurdan û Hevjiyana Gel û Olên li Kurdistanê dijîn.

2-Pêşniyarên Ji Bo Konferansa Giştî (ya Kurdistanî ku tê payin vê payizê li Hewlêrê bicive).

3-Hevbeşbûyîn û pêşniyarên Ji Bo Çêkirina Kanûna Bingehîn a Tirkiyeyê.

Amadekarên Konferansê ev rêxistin in:

BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP, DTK, TEVKURD, TDŞK, GÛNSÎAD, DTSO, KOMELEYA MIHELMIYAN, KOMELEYA ERMENIYAN, KOMELEYA SURYANİYAN, BUŞAK-DER, KOMELEYA NÛBIHAR, DAYIKÊN AŞTİYÊ, BAROYA AMEDÊ, ODEYA DIXTORÊN AMEDÊ.

Gelek nunerên partî û rêxistinên siyasî, yên komeleyên civaka sivîl, akademisyen û ronakbîr ji derve û hundurê welat hatine vexwendin ku di konfernasê de amade bibin.

Kurdiya banga ji bo konfernasê a ku bi Tirkî, kurmancî, zazakî, ermenî hetiye amadekirin li xwarê ye:

BANG JI BO KONFERANSA KURDISTANÎ LI TIRKIYÊ

Em yên ku li jêr îmzayên me hene, wek partî û dezgehên sivîl yên Kurdistanî bi navê "Li Tirkiyê Konferansa Kurdistanî” konferansekê li dardixin.

Tirkiyê, bi taybetî jî erdnîgariya ku em lê dijin di bin tesîra bahên guhartinê de ye. Bi tesîra pêvajoya guhartinan çareseriya pirsgireka Kurd ya neteweyî giringtir bûye. Ji bo çareseriyê merc û zerf ji her demê destdahî û berdest e. Ji ber ku vê rewşa destdahî, ji bo çareseriya pirsa Kurd ya neteweyî bi şeweyeka adil, demokratîk û aştiyane bête nirxandin, divê hemû hêzên ku gelê Kurdistanê temsîldikin, çi partî, çi rêxistin û dezgehên sivîl berfirehî yekîtiyekê pêk bînin. Ev jî, ji bo hemû hêzên Kurdistanî, dê wêrekî û hêvî peydabike bo danîna helwesteka hevbeş,

Ji hêla dî ve, li Tirkiyê cara yekê ye ji bo amadekirina Qanûneka Bingehîn ya sivîl û demoqratîk rewşeka lihevkirineka giştî heye. Çekirina Qanûna Bingehîn a nû bi rengekî demoqratîk û azadixwaz, misogerkirina maf û azadiyên hemû derdorên civakî, naskirina nasnama hemû gelan, girêdayî ye hêzdariya me û di vê rêde hunandina yekîtiya me ye.

Konferansa me, bi rojeva jêr, di 17-18'ê Îlona 2011'ê de, li Amedê (Diyarbekirê) dicive.

Bi rêzdarî.

1-Yekîtiya Nav Kurdan û Hevjiyana Gel û Olên li Kurdistanê dijîn.

2-Pêşniyarên Ji Bo Konferansa Giştî (ya Kurdistanî ku tê payin vê payizê li Hewlêrê bicive).

3-Hevbeşbûyîn û pêşniyarên Ji Bo Çêkirina Kanûna Bingehîn a Tirkiyeyê.

Li ser navê Komîteya Amedekar

BDP, HAK-PAR, KADEP, OSP, DTK, TEVKURD, TDŞK, GÛNSÎAD, DTSO, KOMELEYA MIHELMIYAN, KOMELEYA ERMENIYAN, KOMELEYA SURYANİYAN, BUŞAK-DER, KOMELEYA NÛBIHAR, DAYIKÊN AŞTİYÊ, BAROYA AMEDÊ, ODEYA DIXTORÊN AMEDÊ,

TÊBINÎ: Ji ber ku Konferans bi du rojî sinorkiriye, boneya berçavgirtina wexta axaftinan û berhemdariya Konferansê, hewcedarî pê heye ku dezgeh û kesayet hizr û ramanên xwe bi nivîskî diyar bikin.

NETKURD

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı