15.09.2011 - 10:39
Okunma (577)
Yorum (0)
Paylaş

Rewşenbîr Dixwazin Danûstandin Destpêbikin

Jimareyek rewşenbîrên kurd û tirk bang li PKK û dewleta Tirkiyeyê kirin ku dest bi danûstandinên bo aştiyê bikin.
Enqere, 14 Îlon – Li Tirkiyeyê jimareyek rewşenbîrên kurd û tirk bang li PKK û dewleta Tirkiyeyê kirin ku dest bi danûstandinên bo aştiyê bikin.

Ziya Halis, Mesut Yeğen, Necmiye Alpay, Celal Başlangıç, Tarık Ziya Ekinci, Balçiçek İlter û Ahmet İnsel jî tê de 180 rewşenbîr, hunermend û zanayên tirk û kurd derbarê çareseriya pirsa kurdî de bangewaziyek ragihand.

Di bangewaziyê de hate diyarkirin ku erka parlamentoya Tirkiyeyê di vê qonaxê de ew e ku prosesa aştiyê bide destpêkirin û destûreke azadîxwaz û yeksanîxwaz çêbike ku bo aştiyeke mayînde gelekî girîng û bivê nevê ye.

Her weha daxwaz ji hikûmeta Tirkiye û PKKê hate kirin, dest ji kiryar û siyasetên ku dibine zêdebûna dijminkariyê, berdin û hate gotin:

“Rêya aştiyê dê bi diyalogeke bisebir û destpêkirina proseseke danûstandinan ya domdar, bê vekirin. Pêwîst e desthilat û partiyên dijbereyê demildest bi bepirsiyariya ser milê xwe rabin û di parlamentoyê de bo pêkhatina aştî û lihevkirinê gavan biavêjin û parlamenterên blokê (yên BDPê) wek berdevkên daxwazên civakî û siyasî, li parlamentoyê têbikoşin.”

Ajansa Nûçeyan ya Kurdistanê (AKnews)

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı