17 Îlon – Konferansa Kurdistanê li Tirkiyeyê îro li Diyarbekirê bi beşdariya hemû pêkhateyên siyasî yên kurdî yên li Tirkiyeyê dest pê kir.
Konferansa Kurdistanê li Tirkiyeyê îro bi serperiştiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li hola Class Otelê ya li Diyarbekirê dest pê kir.
Di konferansê de hevserokên KCDê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, serokê BDPê Selahatîn Demîrtaş, Serokê KADEPê Şerafetîn Elçî, Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel, nûnerên parti û pêkhateyên din yên siyasî yên kurdî, 182 reşwenbîr, nivîksar û akademisyenên ji derve û hundirê Tirkiyeyê amade bûn.
Gotara vekirinê ya konferansê ji aliyê endamê Dîwana Serokatiya KCDê û Komîsyona Konferansa Neteweyî Nîjad Yarûk ve hate pêşkêş kirin. Yarûk di gotarê de got:
“Ev konferans bo kurdan, xwedî girîngiyeke mêjûyî ye. Cara yekê civîneke ku hemû kurdan li xwe digire tê pêkanîn. Karê ku em bikin dê di heman demê de kurdên li parçeyên din jî bigihîne hev. Mezintirîn hêviya gelê kurd ev e ku hemû hêzên siyasî yek bigirin. Em dixwazin di zemîneke demokratîk de bigihin mafên xwe yên mirovî.”
Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî di axaftina xwe de got, “ Du rê li ber gelê kurdan hene, gelê kurd yan dê 30-40 salên din van êşan bikşîne yan jî yekîtiya xwe û aştiyê pêk bîne û bigihe azadiya xwe. Eger em bidin ser rêyeke rast û yekîtiya xwe pêk bînin, pêwîstî bi mirina kesî namîne.”
Li gor nûçeya ANFê, Hevserokê KCDê Ahmet Turk diyar kir ku ew bawer e konferans dê bibe sedema aştî û birayetiyê û amaje bi wê çendê kir ku hêzên navdewletî siyaseteke nû tetbîq dikin û pêwîst e gelê kurd hay ji vê guherînê bibe û firsendên heyî baş bi kar tîne.
Turk got, “Em yeksanî, adalet, aştî û yekîtiya kurdan dixwazin. Em bawer dikin ku gelê me dê bi ser keve û serfiraz be. Eger em bi ser nekevin, kurd dê gelekî tengav bin. Lewra divê hemû serkirdeyên kurdan, pêşwazî li daxwaza gelê kurd ya bo yekgirtiyê bikin. Kurd ji welatên ku tê de dijîn, yeksanî, aştî, kultur, aborî dixwazin bi kurdî xweseriya demokratîk dixwazin. Yekîtiya kurdan girîng e.”
Ajansa Nûçeyan ya Kurdistanê (AKnews)
Konferansa Kurdistanê Dest Pê Kir
Konferansa Kurdistanê li Diyarbekirê bi beşdariya hemû pêkhateyên siyasî yên kurdî yên li Tirkiyeyê dest pê kir.
Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.
Güncel Haberler
- Diyarbakır'da Öğrenci Yurduna Saldırı
- Google'ın yeni doodle'ıyla çalınabilecek şarkılar
- Pencereden atladı, arkadaşları yakaladı
- Bu Cevap Altaylıya Geri Adım Attırdı!
- Mısır'da halk sandık başında
- Haşimi için ünlü İslam alimi devrede
- Fenerbahçe Melo'yu resmen istedi iddiası
- ABD Pakistan'da füze saldırısı düzenledi
- Deprem kedileri bunalıma itti
- Tunceli'de şidetli çatışma
- Kocasını nasıl öldürdüğünü anlattı
- Bir emekli Albay ile 16 asker tutuklandı
- CHP'den Kürtçe propaganda teklifi
- Çin 2 bin 500 ticari uçak alacak
Yorumlanan Haberler
İsim Soyisim.
22.05.2012 - 19:49
Hakkari'de Halit Bilgiç konseri
hhhhhh
14.05.2012 - 08:40
Ortadoğu'da İran'a karşı ilginç güç birliği
hüseyin canan
12.05.2012 - 14:32
Mardin'de Anne 10 çocuğu ile ortada kaldı
İsim Soyisim.
09.05.2012 - 13:13
Mardin'de Anne 10 çocuğu ile ortada kaldı
İsim Soyisim.
09.05.2012 - 08:32
Mardin'de Anne 10 çocuğu ile ortada kaldı




















