04.10.2011 - 12:13
Okunma (709)
Yorum (0)
Paylaş

Bo Kurdên Sûriyê Civînek Pêk Hat

Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê ku di nav de gelek partî û saziyên kurdan hene, civînek li dar xistin.
Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê ku di nav de gelek partî û saziyên kurdan hene, civînek li dar xistin. Di civînê de biryara Konferansa Kurdên Sûriyê hate girtin.

Li gorî agahiyên ku Aknews'ê ji beşdarên civînê girt, endamên Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê, îro li avahiya Komeleya Grûba Diyalogê ya Dîcle Firatê li ser rewşa kurdên Sûriyê civînek pêk anîn.

Serokê BDP'a Diyarbekirê M. Ali Aydın, rêveberê navenda giştî ya KADEP'ê Lütfi Baksi, rêveberê HAKPAR'ê Sait Aydoğmuş, rêveberê TEVKURD'ê Sıdkı Zilan, Berdevkê Komeleya Grûba Diyalogê ya Dîcle Firatê Muhittîn Batmanli û endamek Şoreşgerên Demokrat tevli civînê bûn.

Di civînê de biryar hate girtin ku bi tevlibûna nûnerên partî û saziyên kurdên li Sûriyê, yên Herêma Federal a Kurdistanê, yên Tirkiyeyê, li Diyarbekirê Konferansa Kurdên Sûriyê bê lidarxistin.

Di konferansê de dê ji bo kurdên li Sûriyê stratejiyeke hevpar bê diyarkirin.  (Aknews)

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı