06.01.2012 - 11:04
Okunma (680)
Yorum (0)
Paylaş

Berzanî 40 Hezar Dolar Şand Roboskî

Serekê Herêma Kurdistanê Berzanî 40 hezar dolar şande ji malbatên 35 kesên li Roboskî hatine kuştin.

Hikûmet hê bedelê tezmînatê minaqeşe dike, serekê Herêma Kurdistanê Berzanî li ser navê xwe heyetek şand te'ziya malbatên 35 kesên li Roboskî hatine qetlî'am kirin. Berzanî tevlî te'ziyên xwe bi heyetê re ji bo dilê malbatên kesên hatine kuştin 40 hezar dolar pere şand.

Perê ku ji aliyê Berzanî hate şandin, ji aliyê temsîlkarê PDK Lezgîn Sîndorî hat dayîn malbatên kuştiya.

Sîndorî got: “Ujdana kî hebe dê ji vê hadîseyê re bêje komkujî ye. Sebebê hatina me ew e ku em jî bibin şirîkêhuzna we. Li hember vê hadîseya li ber çava em nizanin çi bêjin.” (Muhammed Sebatî / Bangaheq)

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı