21.01.2012 - 05:55
Okunma (524)
Yorum (0)
Paylaş

Di Meclîsê De Nîqaşa Kurdistanê

Li meclîsê de di navbera parlamenteran û wekîlê serekê meclîsê Sadik yakut de nîqaş derket.

Her wek tê zanîn wezîrê Ekonomiyê Zafer Çağlayan du roj berê çû herêma Kurdistan û çend peyvên bi Kurdî gotin.

 

Çağlayan ji siyasetmedaran re bi Kurdî gotibû: “Rojbaş” û di civînê de jî anî ziman ku eslê wî Kurd e û gotibû: “Li Hewlêrê ez li mal im.”

 

Li ser vê di parlamentoya Tirkî de nîqaş derket. Di dema civîna qanuna hilbijartinan de li ser peyvên “Kurd” û “Kurdistan” nîqaş çêbû. Hinek parlamenterên Kurd ji meclisê re gotin; “Hûn bi înkara me nagihîjin tu derê.”

Heta niha tekîliyên di navbera Tirkî û herêma Kurdistanê bala meriv dikşîne. Îdarevanên Tirkî dema diçine Kurdistanê hinek kelîmeyên bi Kurdî tînîn ziman û ji herêmê re dibêjin Kurdistan. Lê dema serekê herêma Kurdistanê tê Tirkî nikare bi şal û şapika xwe têkîliyên resmî bike. Her wiha dema îdarevanên Tirkî diçin Kurdistanê, di beyanatên neşriyatê de li pişt axaftvanan Ala Tirkî û Kurdistanê datînin. Lê dema îdarevanên Kurdistanê tên ji ğeynê Ala Tirkî tu al danaynin pişt wan. Ev di gel ku ne tiştekî etîk e, dide nîşan ku irqperestî û înkara dewleta Tirkî hê didome.

 

Çawa ku tê zanîn, dewleta Tirkî di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyon û înkar kirinê de, navê herêma ku Kurdistan bû di sala 1941an de guherand û navê herêmê danî “Doğu û Güneydoğu Andolu”. (Ebdullah Rojhilat / Bangaheq)

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı