25.01.2012 - 02:29
Okunma (876)
Yorum (0)
Paylaş

Mahsun, Halepçe'nin filmini çekecek

Hunermendê bi eslê xwe Kurd Mahsun Kirmizigul bi piştgiriya hevsera Serokkomarê İraqê Celal Talabanî, Hêro Talabanî komkujiya Helepce ya sala 1988’an dike film. Kirmizigul wê ji bo pêşniyara rol girtina di filmê de serî li stêrên Hollywoodê jî bide.

Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, Mehsun Kirmizigul dest bi amadekariyên filma li ser Helepce kiriye. Film li ser komkujiya Helepce ye ku di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Seddam Hûseyîn ve hatine kîmyabarankirin û zêdetirî 5 hezar kesana jiyana xwe ji dest dayîne. Hevsera Celal Talabanî, Xêro Talabanî jî piştgiriyê dide dirûstkirina vê filmê. Li gor agehdariyan wê Hêro hemû belge û agehiyên wê demê yên di destê wê de hene, bide Mahsun Kirmizigul û wê piştgiriyê bike. Di nava kesên pêşniyara rolgirtinê ji wan re bê kirin, stêrên Hollywoodê yên wekî; Salma Hayek, Julia Robertt û Angelina Jolie jî hene. Tê çaverêkirin ku piştî Serokkomarê İraqê Celal Talabanî ji Almanya vegere, Kirmizigul wê biçe Silêmaniyê. Kirmizigul wê serdana Hêro Talabanî jî bike û wê li ser filma Helepce biaxivin. Derhênerê Kirmizigul, Murat Tokat jî xebatên senaryoya filmê berdewam dike.

Derhênerê Mahsun Kirmizigul, Murat Toprak ji rojnmeya Sabah re axivî û diyar kir ku di xebatên ji bo senaryoya filmê de berdewame û wiha got: “Projeyekî pir mezine. Niha di pêvajoya amadekirina senaryoyê de ye... Mahsun sala borî çû Helepce. Ji bo senaryo temam bibe, ji wê herêmê dukuman, agahî û belgeyan kom dike. Ji ber filmekî navneteweyî, pêwîstî bi gelek pereyan heye.”

Tokat di berdewama axaftinên xwe de got: “Wê film li tevayî cîhanê bê pêşkêşkirin û ji bo bibe berhemekî navneteweyî, tercîha wan ew e ku stêrên Hollywoodê di nav filmê de cih bigrin. Wê hevsera Talabanî, Hêro Talabanî jî piştgiriya Kirmizigul bike. Hêro Talabanî zilma Seddam Hûseyîn bi kamereya amator nîşanî cîhanê kir û îro di di dergehê İraqê yê ji cîhanê re hatî vekirin de rolekî serekî dileyîze. Hêro ya ku ji ber zilma Seddam çûyî çiyan, wê arşîvên xwe yên wê demê bi Kirmizigul re parve bike. Keça nivîskarê Kurd ê navdar Îbrahîm Ehmed, Hêro Talabanî wê destekê bide senaryo û kêşana filmê.”

Serdana dûwemîn a bo Helepce

Mahsun Kirmizigul, gulana 2011’an çûbû Helepce û serdana goristana kesên hatine qetilkirin kiribû. Tê çaverêkirin ku piştî Serokkomarê İraqê Celal Talabanî ji Almanya vegere (ji bo emeliyatê çûye), Mahsun Kirmizigul serdana Silêmaniyê bike.

Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Zafer Çaglayan heftiya di dema serdana xwe ya li Hewler û Silêmaniyê behsa filma Kirmizigul kiribû. Li gor rojnameya Sabahê wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzan û Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî jî piştgiriya vê projeyê bikin.

16’ê Adara 1988’an bi fermana Seddam Hûseyîn artêşa İraqê li dijî Helepce gaza kîmyewî bikaranîn, zêdetirî 5 hezar Kurdên bê guneh, zarok û jin qetilkiribûn.

Rudaw

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı