05.02.2012 - 04:55
Okunma (318)
Yorum (0)
Paylaş

Ji bîr nekin..!

Ew hê nav konan de dicemidin û 'dişewitin'

 

Ji ser edhêja mezin a Wanê 3 meh derbas bûn. Dewleta Tirk di wan 3 mehan de hê jî çareseriyên mayînde bo pirsgirêkên mexdûran pêk neanî. Bo Wanê gellek alîkarî hatin kom kirin lê ne diyare ku saziyên dewleta Tirk wan alîkariyan çi kirin e. Her wiha hêdî hêdî raya giştî jî Wanê ji bîr kiriye û Wan bi pirsgirêkên xwe tenê maye. Li Wanê li şûna pirsgirêkê mexdûrên erdhejê mayînde bên çareserkirin, bi paketên alîkariyê her tim tên taloqkirin. Mexdûrên di konên havînê de li dijî sermayê têdikoşin vê carê jî li dijî şewata konan têdikoşin. 70 hezar kes hê di nav konan de ne.

 

BDP'ê, pirsa 'çima konteyniran nadin mexdurên erdhejê' kir

BDP'ê li gel 4 meh bi ser erdheja Wanê re derbazbûn, çima konteyniran li welatiyan belavnakin ji Wezîrê Navxweyî Îdrîs Namî Şahîn pirsî.

Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Ûçer, têkildarî konteyniran li mexdurên erdhejê yên nayên belavkirin bi pirsnameyekê ji Wezîrê Navxweyî Îdrîs Namî Şahîn pirsî. Uçar di pêşniyaznameyê de bal kişand ser mexdurên erdhejê yên 4 mehin di baraka û konên havînê de dijîn. Ûçer di pêşniyaznameyê de bi bîrxist ku heya niha 127 kon şewitin û di şewata konan de 11 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ûçer, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê wekî pirsgirêkên welat yên din pirsgirêkên mexdurên erdhejê jî çaresernekirin.

 

Ûçer, gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan yên "Înşallah heya dawiya meha çileyê tu bajarên çadirê naminin dê hemû derbasî konteyniran bibin" û gotinên Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay ên "Înşallah heye nava meha çileyê li Wanê bajarê çadir namîne û dê hemû welatî derbasî konteyniran bibin" bi birxistin lê ev gotin hemû vala derketin.

 

Ûçer, ji bo Wezîr Şahîn bi bersivîne ev pirs pirsîn: "Sozên Serokwezîr û Alîkarê Serokwezîr yên ji mexdurên erdhejê re dan çima nehatin bicih anîn? Li gel 4 meh bi ser erdhejê re derbazbûn hejmara konteynirên li Wanê çiqasin? Ji bo ku li Wanê bajarên konteyniran pêk bên çiqas konteynir lazimin? Piştî di konan de zarokan jiyana xwe ji dest dan ji bo ev yekê bê astengkirn xebateke çawa hate kirin yan xebatekî wisa heye? Heke hebe çî ye?"ş

 

Kaya: Bila Wanê bigirin çarçoveya kerasetê

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya diyar kir ku ligel di ser erdehejê de demek dirêj derbas bûye jî hêj pirsgirêkên wan didomin û divê hikumet Wanê bigire nava çarçoveya kerasetê.Li Wanê ji aliyê Konseya Bajar a Wanê û Şaredariya Wanê bi navê “Plankirin û Ji Nû Vesazkirina Wanê ya Piştî Erdhejê” li Otêla Merît'ê civînek hat lidarxistin.

 

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê Lijneya Rêvebiriya VATSO'yê Mîrza Nadîroglu, Serokê VESOP a Wanê Faruk Alpaslan, Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê Lutfu Ozgokçe, Serokê VATBO'yê Ferîdun İrak, Serokê Senayiya Organîze Sînan Hakan, Hevserokên BDP'ê ya Bajarê Wanê Cuneyt Canîş û Mîhrîban Şah, Şaredarê navçeya Artemêrta Wanê Abdulkerîm Sayan, Şaredarê bajaroka Çelebîbag a girêdayî Erdîşa Wanê Veysel Keser, Serokê Lijneya Giştî ya Bajarê Wanê Semîra Varli, nûnerên rêxistinên civakî yên li Wanê beşdarî civînê bûn.

 

Civînê bi axaftina Serokê Konseya Bajarê Wanê Necdet Takva dest pê kir. Takva da zanîn ku carnan keraset jî dibin sedema tiştên erênî. Takva, wiha got: "Piştî pêdiviyên fizyolojîk ên bajar pêdiviyên din jî divê were pêşwazîkirin. Erdhêjê fêrî me kir ku hewceyî jiyanekî bi şêwaza bi xwezayê lihevkirî heye. Me dît ku jiyanek a li dijî ahenga xwezayê ne pêkane.”

 

SERSAXÎ XWEST'

Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di axaftina xwe de sersaxi ji malbatên ku xizmên xwe jiyana xwe ji dest dane xwest û da zanîn ku dê Wan cardin bi destê Waniyan wera avakirin. Kaya, destnîşan kir ku ew li hemberî erdhejê bêtedbîr bûn û wiha got: " Me nikaribû vê qeyranê bi rêve bibin. Ne tenê saziyek tu sazî jî nikaribûn qeyranê birêve bibin. Em niha jî pirsgirêkan dijîn, hûn dibînin hîn jî li konan şewat derdikevin, ji ber sermayê nexweşî zêde bûne. Nêrîna me li holê ye, pirsgirêkên me tê dîtin. Li em nizanim ka li aliyê welat ev pirsgirêk çawa têne dîtin. Hefteyek berê em bi saziyên fermî û rêxistinên civakî yên sivîl li Enqereyê hatin cem hev. Bajarê me li wir bi awayekî pir cuda tê nasandin. Wekî ku tu pirsgirêkên me tune ne didin xuyakirin. An jî wekî ku li vir du enî hebin û di destê her dû eniyan de çek hebin û bi hev re şer bikin didin xuyakirin."

 

'ME PIR BÊRİYA WANÊ KİRİYE'

Kaya diyar kir ku nifûsa Wanê ji sedî 60 li derveyî bajar in, lê ligel hemû pirsgirêkan hêviya zarokan ji bo wan jî bûye çavkaniya hêviyê. Kaya wiha got: "Zarokan bi nameyên ku ji me re dişînin dibêjin ku 'Me pir bêriya Wanê kiriye û em dixwazin baş de vegerin'. Divê hêvî û xeyalên van zarokan bibe hêvî û xeyalên me jî. Ji bo vê jî divê em hemû dest bidin hev û du. Ku em bi xwe tiştekî nekin mafê me tuneye ku em ji kesên din tiştekî bixwazin. Ji bo vê yekê em çi bikin em ê ji bo vî bajarî bikin." Kaya herî dawî diyar kir ku wan pir caran ji bo ku Wanê bigirin çarçoveya kerasetê serî li rayedaran dane lê biryarekî bi vî awayî nehatiye girtin û pêdivî nehatiye pêşwazîkirin.

 

'DERIYAN VEKIN BILA ÊDÎ MİROV NEMIRIN'

Serokê VESOP'ê Faruk Alpaslan jî bibîr xist ku ew tevî ekîbên xwe tevlî hemû xebatan bibin û ew ê berjewendiyên siyasî deynin aliyekî. Alpaslan got ku ew ê ev kerasetê ji bo welatiyan biguherînin wekî fersendekî û tu carî bajarên xwe terk nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez pir li ber hembajariyên xwe yên ku ji ber kerasetê bi neçarê çûne bajarên din dikevim. Niha ne deriyên sînor vekirîne ne jî senayî. 270 km sînor heye, lê ji bo gel deriyek jî ne vekiri ye. Her roj mirov li ser sînor têne kuştin.Deriyan vekin bila êdî mirov nemirin."

 

Li Wanê mexdûriya di bin kon û berfê de

Barîna berfê li Wanê welatiyên ku di konan de dijîn dixe nava tengaviyek gelek mezin. Ji ber berfa zêde kon di bin berfê de man.Li Wanê welatiyên ku piştî 2 erdhejên pêla wan 7.2 û 5.6 pêk hat mexdûr bûn, niha jî ji ber berfa zêde mexdûr dibin û tengasiyan dikişînin. Demek dirêje berfa ku li wanê dibare jiyanê li welatiyan tengezar dike. Bi taybetî berfa ku di hefteya dawî de dibare welatiyan bêtir dixe nava tengaviyên giran. Ji ber berfa zêde serma zêde bû û gelek kon di bin berfê de man.

 

Li wanê piştî berfa ku ji duh de dibare hem li gundan rêyên bi sedan gundan ji çûn û hatinê re girtin û hem jî konbajar di bin berfê de hişt. Li aliyekî welatî hewl didin ku derdore konê xwe paqij bikin, li aliyê din esnaf ber dikanên xwe û şaredarî jî ketiye nava paqijiya bajar. Berfa zêde bi qasî bandorek neyînî li ser jiyana welatiyên mexdûrê erdhejê kir, bandorek neyînî li ser trafîka bajar jî çêkir.

 

Welatiyên ku nikarin ser kon û derdora konên xwe paqij bikin jî konên wan di bin berfê de man.

Li Wanê hêvî diqerisin!

Niha jî tirsa wan a ji xwegermkirinê şewitîn e. Ji du erdhejên mezin rizgar bûn, di bajarên ji konan de li ber sir û sermaya dijwar jiyana xwe didomînin. Niha jî bi şewata konan re têdikoşin. Her ku diçe jiyana di konan de dijwartir dibe. Jin û zarok perîşan bûne.

Bilindahiya berfa li navenda bajêr bû 20 santîmetre. Pileya germahiyê jî 9 pile di bin sifrê de ye. Ji ber berfa zêde rêya 171 gundan hate girtin.

 

KON DI BIN BERFÊ DE MAYE

Mexdûrên erdhejê beriya yekîneyên şaredariyê radibinû berfa li ser konên xwe paqij dikin. Gelê Wanê diyar dike ku ligel sarbûna hewayê, şert û mercên jiyanê jî pir zortir bûne û ev bang li rayedaran kirin ; “Em di konan de xwe bi ceyranê germ dikin. Jixwe jiyana di konan de jiyan pir zor e, dema ceyran jî qut dibe, zortir dibin. Zarokên me perîşan dibin.”

 

Her çendî, 107 roj bi ser erdheja di 23’ê cotmehê de li Wanê xist re derbas bûn, heta niha 70 kezar welatî di konan de dijîn. Her wiha, pirsgirêka stargehan a mamoste û xwendekaran piştî destpêkirina perwerdehiyê zortir bûye. Sozên ku dane mamostayan jî pêk neanîn. Mamosta Zehra û Nîhat Çîftî cotek ji van mamostayan in ku li hemberî sermayê tekoşîna jiyanê didin.

 

127 ŞEWAT; 11 MIRÎ…

Ev yek ji bo civaknas Aylîn Çelîk a ku di Komeleya Jinan a Wanê de dixebitiye. Çelîk destnîşan kir ku dema ceyran qut dibe mirov ji serma diqerisin û got ; “Em bi dildaran re di konteyniran de bûn. Şevekê ceyran qet nehat. Her çendî nivînên me hebûn jî, lê heta sibê lingên me reş û şîn bibûn. Qeşayê camên konteyniran girtibûn.”

Ji bo ku xwe germ bikin, di konan de sobe hatine danîn. Lê heta niha 127 caran agir bi konan ketiye. Di encama van şewatan de piraniya wan zarok bi giştî 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

 

Mexdûrên erdheja Wanê: Dewlet li şûna xwarinê jahrê dide me

Mexdûrên erdheja Wanê: Dewlet li şûna xwarinê jahrê dide me 312 malbatên mexdûrên erdheja Wanê ku ji aliyê Walîtiyê ve li Tesîsên Kapîzlî ya Wezareta Karên Hundir a li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê hatin bicihkirin rastî pirsgirêkên mezin tên. Welatiyên ku ji aliyê walîtiyê ve hatin bicihkirin niha nanê kurmî û kifikî li wan tê belavkirin û pirsgirêken wan nayên çareserkirin. Welatiyan diyar kir ku rayedarên dewletê li şûna xwarinê, jahrê dide wan.

 

Piştî 2 erdhejên mezin li Wanê pêk hatin, bi 100 hezaran welatî koç kirin. Bi sedan welatî jî ji aliyê Walîtiya Wanê ve li bajarên derve hatin bicihkirin. Hin welatî bi derfetên xwe li bajarên din bicih û war bûn. Hin welatî jî li cem xizmên xwe bi cih bûn. Welatiyên ku çûn bajarên din û cih war bi dest nexistin jî dîsa li Wanê vegeriyan. Welatiyên ku ji aliyê walîtiyê ve jî li Dilok, Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê hatin bicihkirin rastî pirsgirêkên mezin û neheqiyê tên. Piştî malbaten ku li Antalyayê û Dîlokê ve hatin bicihkirin neçar man vegeriyan Wanê. 312 malbatên mexdûrên erdheja Wanê ku ji aliyê Walîtiyê ve li Tesîsên Kapîzlî ya Wezareta Karên Hundir a li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê hatin bicihkirin rastî pirsgirêkên mezin tên. Welatiyên, anîn ziman ku rayedarên tesîsê navê kev, kifnikî û kurm têde li wan belav dike û nehehiqê li wan dike. Welatiyan, anîn ziman ku ber xwarina kevn û genî li wan belav dike nexweşiyên wekî enfeksiyon, mîde li wan derdikeve. Welatiyan anîn ziman ku rayedar pirsgirêkên wan paşguh dikin û qîmetê nadin wan.

 

'Êrîşên nijadperestî didomin'

Mexdûrê erdhejê Fatîh Teknaz, bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku ji ber ew xwarina li tesîsan dixwin êdî di mîde, rovî û zikê wan de nexweşiyên mezin derdikevin û wiha got: "Di xwarinê wan de paqijî tune. Bêyî ku fekîyan bişon didim me. Runê demborî û zeqîreyên bi kurm û kifnikî didim me. Ji roja ku em hatine Sîlîfke û heta niha em gelek caran rastî êrîşên nijadperesti hatin. Carekê li ketina Atakentê em rastî komek nijadperest hatin. Em her tim rastî gefan û neheqiyên nijadperestan tên. Her tim bi çave cudakaran li me dinerin. Dema em diçin nava sûkê û em diçin esnafan ji ber ku em ji Wanê ne em rastî neheqiyan tên. Em bang li rayedaran dikin û dixwazin li hemberî van pirsgirêkan bi hestiyar tev bigerin."

 

'Xwarina kevn a 3-4 roj berê didin me'

Welatiya bi navê Zumrete Kaya jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Tiştên ku min li xwaringeha tesîsê dît min ji çavê xwe bawer nekir. Xwarina berê hatiye çêkirin germ dikin û mast lê dikin û serwîs dikin. Xwarina 3-4 roj berê didin me. Zarokên me bi mehanin nikarin goşt bixwin. Zarokên me ji ber xwaina tesîsan dixwin bi îshalê dikevin. Bila li şuna xwarirê pereyan bidin me, em dê bi xwe xwarinê ji xwe re çekin.

 

'Hikûmeta AKP'ê cudakariye dike'

Welatiya 70 salî Medine Ozlu jî anî ziman ku pêkanînen piştî erdhejê li Sîlîfkeyê ditin ji êra erdhejê mezintir e. Ozlu, da zanîn hikûmeta AKP'ê cudakariyê dike û wiha got: "Em dixwazin li Wanê vegerin. Lê di nava van şert û mercan de vegera Wanê pir zahmet e. Ciheki em biçin tune. Xwarina didin me bi kurm û genî ye. Dewlet li şûna xwarinê jahrê dide me."

 

Xwendekara pola 7'an Ozlem Kaya jî anî ziman ku li dibistanê rastî pêknînên nijadperst tên. Kaya, bilêv kir ku mamoste li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Kaya, bilev kir ku ji bo wan polek cuda hatiye vekirin û dema barhan dibare zahmetiyan dikişînin. Kaya, zanîn ku xwarinê kêm ji wan re dişînin û berê xwendekarê didin xwarinê din û pişt re xwarine didin wan û wiha got: "Em rastî êrîşên nijaderest û neheqiyên mamosteyan tên."

 

Cîgirê Midûrê Tesîsê Alî Gultekin jî dijberî vê yekê diyar kir ku xwarina wan nû û paqij e û tu pirsgirêka xwarinê tune..

Derdê dewleta Tirk ne alîkarî, zêdetir asîmîle û entenge kirina Kurdan e

Dewletê di erdheja Wanê de jî, kurd wek xelkê biyanî dîtiye û ev yek aşkere ye. Di erdhejê de, dewlet di bin kelefan de ma ne xelk. M Sozên ku li vir hatine dayîn, nehatine cîbicîkirin.

 

AKP’ê mexdûrên erdhejê yên ku dengên xwe nedane AKP’ê ceza kiriye û li hin deveran alîkariyên dewletê û yên sivîl xwestiye ranta siyasî bi dest bixe. Di Lijneya Weziran de hikûmet dê piştî erdheja li Wanê de ku berpirsiyarê hilweşina mezin bi xwe ye, amedekarî dike ku hin gavên girîng bavêje. Bi van gavan hikûmet dixwaze ku ji erdhejê di warê aborî û siyasî de sudê vegre. Disa mijara erdhejê û hikûmet berpirsiyarê siyasî ye jî dê bi nirxandin û hikûmet dixwaze vê tofanê bike firsenda siyasî. Ji aliyek ve bi sedema erdhejê dê projeya "guherîna bajaran" bê lezkirin û nû kirin ji aliyê din ve jî bi vê projeyê ranta aborî bê afirandin. Koçberiya ji ber tofanê jî hikûmet dixwaze qaşo bi "qenciya hewandinê" ji xwe de bike sedema firsenda "entegrasyona siyasî" ya Kurdan

 

Wan çima nebû herêma karesatê?

Ji ber ku ger Wan weke herêma karesatê bihatiba îlankirin, wê berpirsyartiyên hikûmet û dewletê zêdetir bibûna. Li aliyekê kavilên erdhejê hîna jî li cihê xwe ne, li aliyê din jî pereyên bombe, kazan, bombeyên gazê tên dayîn. Ji ber ku artêş nediçû operasyonan wê li hewara gel bihatiba.

Ger Wan weke herêma karesatê bihatiba îlankirin:

-Wê windahiyên aborî ji aliyê dewletê ve bihatiba pêşwazîkirin.

-Wê wezaretê bi awayek zû rapora der barê ziyanan de amade bikiriba, wê xaniyan kontrol bikiriba.

-Wê ji bo welatiyên xaniyên wan hilweşiyane, xaniyên nû çêbikirba.

-Wê nexweşxaneyên dewlet û leşkerî xizmeta bêpere kiriban, ji nexweşan pereyê derman û dermankirinê nedihat wergirtin.

-Wê kargehên ku hilweşiyabûn, ji bo mexduran bikiriban kargehên komî.

-Wê yekîneyên leşkerî yên li herêmê neçar bimana ku alîkariya ku ji wan dihate xwestin bidabana.

- Ger mexdur neçarî barkirinê bimana, wê hikûmet alîkarî bidanea.

 

-Wê ji bo herêma karesatê cihên stargeh, xwarin, tenduristî cih bihatibana çêkirin, û ji bo vana jî wê koordînasyonekê bihata avakirin. (Lê Erdogan, wezîrên wî û parêzgerî ji destpêkê ve şaredariya Wanê naxin nava koordînasyonê.)

Lê ji ber ku Wan weke herêma karesatê nehatiye îlankirin, yek ji vana pêk nayê, pereyê ku wê ji bo vir bihatiba veqetandin, ji bo kirîna çek, balafir, heron û xizmetên şer tên bikaranîn.

 

Dewleta Tirk naxwaze Kurdistan pêşkeve

Dewleta Tirk ku bakûrê Kurdistanê dagir kiriye û tu mafên kurdan nade lê li aliyekî din jî qaşo diyar dike Tirkiye yek e û "Tirkiye nayê parçe kirin" lê li herêmê berpirsyariyên xwe bi cih nayne û herêmê îhmal dike., bak Xemsariya dewleta tirk dibe sedema karesatan. Ji ber ku hikumeta AKP binesaziyên bajarên kurdan pêk nayîne bûyerekle sirûştî vedigûhere karesatê. Dewleta Tirk li Kurdistanê cihêkarî dike. Sedema mirinên zêde jî ji ber polîtîkaya îhmalkar a dewletê ye..

Hawar.net

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı