Yazar hakkında : feleknas,uca,kimdir,feleknas,uca,hayatı,feleknas,uca,resimleri,feleknas,uca,köşe,yazıları,feleknas,uca,resimleri,feleknas,uca,feleknas,uca,köşe,yazıları,feleknas,uca,hayatı,feleknas,uca,resimleri
Newala Kazanê
Delegasyona me ya ku ji bo lêkolîn bi rê ketîbû, piștî serîlêdana me ya malbatan li Malatyayê, berê xwe da Amedê û demêkê șunve jî gihîșt Colemêrgê. Li vê derê jî qonaxa me ya yekem Șaradarî bû.
Piștî hevditîna me ya bi Șaredadarê Colemêrgê, em bi berpirsiyarên BDP’ê û ÎHD’ê re civiyan. Demekê şunve jî me hevdîtînêkî bi Nûnerên Parlamanê yê Colemêrgê û Hevserokê BDP’yê Selahatîn Demirtaș re pêk anî.
26’ê mehê jî em beşdarî Civîna Giștî ya BDP’ê ya li Colemêrgê bûn.
Herî dawî am rê ketin û çun Newala Kazanê. Her der berf bû û hewayeke sar hebû. Di xwezayiyê de șopên êrîșên leșkerî di gava yekem de bala me kișand. Di gunden derdora newalê gundi li ser karên xwe bun û rewșêke taybet, ya ku mirov nikarîbû bihesibîne, bal dikișand.
Dema ku em gihiștîn cîhê ku meyitê yekem ê gerîla hatîbû ditîn, me perceyên bombên giran yen ku ji Emerîka hatîbûn standin, wek MK 62-250 kg û MK 84-950 kg. dîtin. Tiștên ku mirov di gava yekem de didît, perçeyên bombeyên din, zinarên xwar, kevirên perçebûyî, pêlan û cilên gerilayan, yên ku perçe perçe bûbûn.
Cil şewitî bûn. Qarîșeke gerilayan ya perçebûyî jî ket ber çavê me. Pixêkû me pirhêjmareke şopên şer tesbît kirin, biskêkî ji pore jinêke gerîla em matmayî hiştin.
Çend gav șunve jî em rastê kuçikêkî ji aliyê Arteșa Tirk de hatîbû kuștin hatin. Me pore jina gerîla, nimuneyêkî ji kuçik û çend tiștên din tomar kirin û ji bo lêkolînê bi xwe re anîn. Meyitên gerîlayan ne nezikî hevdû bûn. Hemû di heremêkî 3-5 km de belav bûbûn. Ji erdê behna xwezaya șewitî dihat. Dar çûbûn, tenê kokên wan ên șewitî ber çavan bûn. Tiștêkî min di nav heyretan de hișt; di aliyêkî de derên șewitî, li aliyê din jî rengê daran qehweyî û sor bûbû. Li gor agahdariya gundiyan Arteșa Tirk ev nawa 3 rojan bobebaran kiribû; di dema bombebaranê behna sev û hirmiyan li der û dorê belav bûye û leșkerekî Tirk piștî bombebaranê ji gundiyan re gitine ku dive kes heta 3 rojan avê venexwe. Gundî giliyê serêș û tevlibûna dil dikirin. Li gor lêkolînên me: teknîk wisa pêșve çûye ku; mirov nikare șopên çekên kîmyevî piștî 30 deqîqeyan nikare tesbît bike. Agahdarî didin xuyakirin ku Tirkiyeyê hemû tedbîrên xwe standine. Vê yeke di nivîsêke 25’ê Sibat a sala 1986’an de xwe dide xuyakirin. Ev nivîs ji aliyê Serleșkerê Tirkiyê Necder Oztorun hatiye îmzekirin:
“d) dikare bi gazên jahrê werin tijîkirin);
“d) bombên gazê (…) û; d) ji aliyê hezên dost çekên NBC, gazê yên ku werimandin û șewitandin û hestîrên çavan çêdikin, heger pêwist be tên ceribandin.
Li gor agahdariya șahîdên ku meyitên gerîlayan ditîbûn, di lașa wan de tu rînên gûleyan tune bûn. Lê hinêk laș perçe perçe bûne. Li gel hindê lașan, ser an jî pî jêkirî bûne. Min bi xwe, dama ku min Nawala Kazanê dît; êșa malbatan jî fehm kir. Malbatên ku li Malatyayê ditîbûn, dixwestin herî kem zarôkên xwe, mirî bin jî, bibînin. Dixwestin cîhên goristana zarokên xwe bizanin.
Di vê rêçûna min de, tenê weneyêkî dikare min malxirab bike û min di nav hêstîran de bixeniqîne: Zîlan. Keçikêkî wek heyvekî çarde rojî xweșik. Hemû lașa wê perçebûyî. Çenga vê nîn bû. Mirov êdî nikarîbû rûyê wê nas bike. Kesên malbata wê hatin û êniya wê maç kirin; lê êniya wî nîn bû. Ev çi dinyaye ku ji ber șerekî xedar û qetleke dijwar mirov nikarin meyitên zarokên xwe nas bikin.
Ez dixwazim bînim bîra xwendewanan: Di sala 2009’an de Zanîngeha Hamburgê, di lêkolînên xwe de dan zanîn ku, kes bi çekên kîmyevî hatine kuștin. Îro dîsa dîmenên kevn dubare bûn: Meyîtên kesên ku hatine kuștin, temamî reșin û nayen naskirin. Bi çekên șewatê por dișevite. Lê li gel çekên kimyevî, çerm reș e û mûyên çermê hîn jî tên dîtin. Ev li gel hemû kesên kuștî wisa bû.
Ez hêvî dikim ku encamê lêkolînan di demêkî nezik de werin weșandinê û li dijî Tirkiyeyê ji aliyê hiqûqî ve di qada navnetewî de gav werin avêtin.
Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.
Güncel Köşe Yazıları
- Ey Diyarbakır
- Hayvan, bitki ve 1 milyon euro
- Sinirötesi operasyon olarak Roboski
- Demokrasi atakları Kürt hareketinin lokomotifine b..
- DİNDAR FAŞİSTLİK
- Bu Roboski paketini alır mısınız?
- Cemaat'in değil, devletin polisi
- DEVLETİN İTİBARI
- Kürt sorununa karşı yarı başkanlık
- Diyelim ki Roboski'yi ben yaptım, n'olca..
- Evrim karşıtı sempozyum üniversitede olur mu?
- Tek din yüce ordu ve deliler
- O gün başka bir güç daha vardı
- Her yer Roboski, buradan çıkış yok
Yorumlanan Yazılar
İsim Soyisim.
23.03.2012 - 05:49
TC.vüz
Derya Sazluk
08.11.2011 - 08:51
Kurd Devletleri (5) Gor / Goran Devleti
Aryan
26.10.2011 - 16:35
Kurd Devletleri 3 Kurd Buveyhi Devleti
musto
24.10.2011 - 15:55
Bazı geceler binlerce ölünün dirilip yürüdüğü..
İsim Soyisim.
24.10.2011 - 14:11
Kurd Devletleri 3 Kurd Buveyhi Devleti
















