Yazar hakkında : feleknas,uca,kimdir,feleknas,uca,hayatı,feleknas,uca,resimleri,feleknas,uca,köşe,yazıları,feleknas,uca,resimleri,feleknas,uca,feleknas,uca,köşe,yazıları,feleknas,uca,hayatı,feleknas,uca,resimleri
Careke din li Wanê
Piştî erdhejê ev çaremîn care ku ez li Wanê bûm.
Her car bi dîmenên însanên Wanê dikevim rê.
Kesên rûken, yen ku di dema hilbijartinê de, an jî di festivala meha tabaxê de tên ber çavê min.
Dema tarî dibû û roj di nav behra Wanê de xwar dibû, dîmenêkî bêhempa peyda dibû. Û ev dîmen dikarîbû tenê li Wanê were dîtin.
Lê vê cara dawiyê min dît ku Wan ne wek berê ye.
Dema ku saet dibe 16:00 li kolanan kes namîne.
Hemû kesên xwedî derfet, bajar terk kirine û êdî ne li ser erda xwe ne.
Ji hemû malbatan kes çûne, an jî piraniya malbatan malên xwe berdane û ber xwe dane heremên bê navnîşan.
Kesên xizan in, nikarin biçin û dibin qurbanê sermaya Wanê.
Ez li gel pîleya -10 a sermayî de çend roj di konan de mam û nexweş ketim.
Lê mirovên Wanê du mehene ku di dav aloziyan û felaketan de dijîn. Piştî erdhejê, serma bûye dijwariya herî girîng.
Mirovan hemû tiştên xwe wenda kirine, lê dîsa jî hêvî dikin ku em her hefte li gel wan bin.
Zarok kesan dibinîn û tu naxwazin kes ji wan durkevin; herkes dizane ku jiyan berdewame û dixwazin ku kes piştgiriya wan bikin.
Zarok hîn ji di nav travmayê de ne; lê dîsa jî me dikarîbû bi zarokan re di nav konan de saetêkê bileyizin. Piştî saetêkî kesî nikarîbû zarokan di nav konan de bigre.
Zarok balkeşî dixwazin.
Cilên wan ê zivistanê tune ne.
Me fotografên zarokan kişandin, pêlavên wan ên zivistanê nîn bû, pêlavên nav malê xistîbûn lingên xwe.
Nê xwediyê lepik, ne jî xwediyê kulikan bûn.
Hemû zarokan dixwestin carêkî din biçin dibistanan.
Zarokên devken. Zarokên travmayê.
Zarokên ku ji hemû dewlemendiyên jiyanê bêpar mabûn.
Lê bêkes nebûn. Herî girîng; bê hêvî nebûn!
Her difikiriyam: Ev zarok çawa dikarin piştî felaketêkî mezin hîn jî bikenin.
Û zarokên Filîstînê dihatin bîra min.
Carêkî ez li Filîstîn bûn.
Îsraîl herêm bombebaran kirîbû; zarok li ser vê yekê dikeniyan.
Li Wanê erd leriziya; zarok hîn jî dikenin.
Ez çavên zarokan dinerim: Tijî hêvî.
Ez der dora xwe dinerim: Dîmenên xirabe û felaketê her zîndî ne.
Lê zarok dikenin.
Ez ji vê yekê çi fehm bikim?
Zarok dixwazin tirsa xwe di rêya kenê de noşdar bikin?
Min pir zarokên ker û lal dîtîn.
Ev jî bi me re dikeniyan.
Zarokên Wanê hêvî dikin, hêvîya jiyanêke berdewam û herî girîng heviya alikariya mirovên din; an ya me de ne.
Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.
Güncel Köşe Yazıları
- Ey Diyarbakır
- Hayvan, bitki ve 1 milyon euro
- Sinirötesi operasyon olarak Roboski
- Demokrasi atakları Kürt hareketinin lokomotifine b..
- DİNDAR FAŞİSTLİK
- Bu Roboski paketini alır mısınız?
- Cemaat'in değil, devletin polisi
- DEVLETİN İTİBARI
- Kürt sorununa karşı yarı başkanlık
- Diyelim ki Roboski'yi ben yaptım, n'olca..
- Evrim karşıtı sempozyum üniversitede olur mu?
- Tek din yüce ordu ve deliler
- O gün başka bir güç daha vardı
- Her yer Roboski, buradan çıkış yok
Yorumlanan Yazılar
İsim Soyisim.
23.03.2012 - 05:49
TC.vüz
Derya Sazluk
08.11.2011 - 08:51
Kurd Devletleri (5) Gor / Goran Devleti
Aryan
26.10.2011 - 16:35
Kurd Devletleri 3 Kurd Buveyhi Devleti
musto
24.10.2011 - 15:55
Bazı geceler binlerce ölünün dirilip yürüdüğü..
İsim Soyisim.
24.10.2011 - 14:11
Kurd Devletleri 3 Kurd Buveyhi Devleti
















