01.01.2012 - 14:21
Okunma (104)
Yorum (0)
Paylaş

Yazar hakkında : feleknas,uca,kimdir,feleknas,uca,hayatı,feleknas,uca,resimleri,feleknas,uca,köşe,yazıları,feleknas,uca,resimleri,feleknas,uca,feleknas,uca,köşe,yazıları,feleknas,uca,hayatı,feleknas,uca,resimleri

Tirkiyeya di hedefa reqneyan de

Operasyona girtinê ya ku li dijî rojemevanên Kurd pêk hat, Tirkiyeyê xist hedefa rexneyên navnetewî.
Berpirsiyarê Rexistina Hevkariya Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) Dunja Mijatovic rexne li Tirkiyeyê kir û daxwaz kir ku sedemên girtina rojnamevanan werin diyarkirin.
Li gor berpirsiyarê rexistinê, zedebûna hejmara girtiyan bi xwe tehdîdek li ser azadiya çapemeniyê ye.
Li gor berpirsiyarê rexistinê, divê ku hikûmat têkoşînê li dijî terorîzmê bimeşîne, lê ev yêk dive bêyî bêdengkirina çapemeniyê were meşandin.
Mijativic di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku mafê çapemeniyê heye ku nûçeyan li ser mijarên aloz wek terorîzmê belav bike.
Tiştê li ber çavan eve ku:
Tirkiyeyê bi vê çalakiya xwe, di herema welatên OSCE’yê de bêhempa dimîne. Saziyên mafê mirovan û parezvan didin xuyakirin ku: her nûçeya ji bo Kurdan were belavkirin, dikare wek alikariya PKK’ê were nirxandin û ev yek jî ne li gorî azadiya medyayê ye.
Wek tê zanîn li Tirkiyeyê Dozgerê xwedî rayeya taybet dikare li hember her kesî dozê veke û lêpirsînên awerte pêk bîne.
Berî ku mirov ên wan diavêjin zîndanan derkevin dadgehê, car caran sal derbas dibin.
Hikûmat di daxuyaniya xwe de dide xuyakirin ku tenê 8 rojnamevanên girtî hene.
Lê li gor Saziya Rojnamevanan 63 rojnamevanên girtî di gitîngehê de ne.
Recep Tayyîp Erdogan û hikûmata wî, hewl didin ku, azadiya çapemeniyê ji holê rabe.
Nûçe didin xuyakirin ku Tirkiyeyê her ber bi tariytiyê ve diçe.
Piştî ku Parlamena Fransayê înkarkirina komkûjiya Ermeniyan weke cûç qebûl kir, Tirkiyeyê ji bo “Rêxistina Rojnevanên Sînornenas“ di lîsteya welatên ku azadiya çapemeniyê de cîyê herî bilind digire.
Koma partiyên CDU/CSU di Parlamena Elmanyayê de ji ber zedebûna girtina rojnamevanan a li Tirkiyeyê nerazîbûna xwe anî ziman.
Li gor rexneyan saziyên hiqûqê ên Tirkiyeyê di xebatê xwe de ne zelal in û ev yek her diçe şik û gumanan li ser Tirkiyeyê zede dike.
Erdogan di axaftina xwe ya 13’ê Nîsan a 2011’an de li ber Konseya Ewropayê da zanîn ku Konsey dikare berpirsiyariyekî bişîne heremê û lêkolînan li ser rewşa çapemeniyê bike.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland piştgiriya pêşniyara Erdogan kiribû.
Lê divê mirov vê gavê de pirs bike:
Konseya Ewropayê derheqê rojnamevanên girtî de çi dibeje?
Tiştê ku ber çavan e, ev e:
Heger rojnamevanên Kurd li ser rewşa Kurdan nûçeyan belav nekin, ti kes li ser şîdet û tadeya ku li ser Kurdan pêk tê agahdar nebe.
Heger rojnamevanên Kurd nîn bin, ti kes ji rewşa Kurdan nezane.
Ji ber vê yekê jî rojnamevan em in.
Em hemû Yuksel, Nurî, Mazlûm, Ertuş, Semiha, Tayip, Vedat, Ragip û yên din ên girtî ne.
Hikûmatên Tirkiyeyê nikarîbû çapemeniya Kurd di salên 90’an de bêdeng bihêle.
Hikûmata îro jî ne dikare di sala 2011’an de nejî bikaribe di sala 2012’an de çapemeniya Kurd bêdng bihêle..

Henüz Yorum Yok.
İlk Yorum Yapan Siz Olmak İstermisiniz.


(Güvenlik İçin Max:750 Karakter)
Kalan Karakter Sayısı